ZEBIK

Gib hier deine Überschrift ein

Kitane xwe dûzkir û deste xwe liser rûyenxwe çerxkirin bi şunda got: »Xwedeyî mezine!«. Mîna ku gumane min pi gotinêxwê wune, li min nerîya. »Mêzeke li doralîyê me ewqes kesen hene, di navwande« deste xwe direje jınen (Gîyayî şijinga ) ku kuşkura berefdikin kir. »Ê, di serminre jî hêne ê di binminre jî hêne, bi emrê wî şukur!«.
Emên di bin sîha kulavade li bendê çayênî. Zêbikê, li hemperî mim rûniştîyê, bi ave şîregermî qadaxê çaye dişoye. Ez jî melamatîke digerême ku kalê çaye dirêjkim, ku ma jinen gund tenîke zede li bamin bisekinin. Li çolle dîşlikî însenî bitenê nê. Ku kî hate ba min ezî razîme. Jî ku hişê min gehiştine ezî li çole û li berpêzim. Çavê min li ser rêya gund li derîya insanen gunde. Ji dewdewî biharêde ê bikor, bikor bikşen warin, li gaz û banîya, di naw erg û zavîyan de li parîye mîye, qûske bejî, xerdel, çitlix, pirpar, û gîyayên di berefkin ku ji kulfetî xwere xwarinê çekin. Li davîye bıhare dora Qanqel, kereng û gizerayê. Lı havîne tişten xwerıne kemin jı silmastıke bîtır tişt namê. Jıne dest bı gîyayî şijinga bıkin, jı golikare gokbaş, sırîye çavkesk, nanî kusî berefkin. Havîn ji wanre pırr bi zahmete, di bin kele-kele germê havîne ewanê kuşkur û kixî pêz berefkin û biseklem, seklem mîna mêrîyan bı dûhewdin û bikşînin mal. Ku ji wanra çiqes zahmetê, ji minra jî weqes keyfe. Yekcaran keyfe min weqes xweşe ku ezî dızûrime mîna gura, dıhersime ku boça mın tune ku mîna kuçika bakim, Zûrînî bi min nakê wê hobê bazdidime li ser lingenxweyên paşî, mîna canîya, dibezême wirda-wêda, germa havîne germa tîrr, di mûyen min digerê û dihele dibe bihakî meyxoş, hişa ji serîye min dibê.

Li rojen weng qet naxwazim ku ewar bibe. Ewkesane h baminbûn ezi sevitiya xwe bîrdikime (Ezî, sê salîbûme wexta ku De û bave min bi ber leda çûyîne. Wexte ku de û Bavê min zawicîn qelinge wan mangeka belek û penc kavir bûne. Jı şîrî dayke min zedetir şîrê we mangê î di zikêmindayê. (Baraneka felaket cav-çava nabînine ). Jı baranê bi şundê lê tê û mangê belek bi xwêrê kaşdikê, daykamin >Xwedê rehmeta xwê lêke< dibîne ku lê mangê dibê ew bi lez dikewê dû mangê û di boçê mangera digirê ku angê xilaske. Lê Wê jî kaşdikê berwê Özêmalêşotê. Manga belêk û boçıka wê di deste Dayka minde û daykamin di naw avê lêda lûldibin ku têne qirarê malê me Bavke min >li we wexte bi min dilîstîyê ku mın di xewêke<, wan dibîne û xofek dikwe bedena wî mi çengê ser sedirê dikê >ji we wextede pozê minî bi axzê çepêda xware.

Bi çi hirsê ez çengkırime ezî li duverketıme û devrûyê min di bin xwînêda ji xwawa çûme<, dibîne ku lêka şen, di naw lêda manga belek û boça wê di destê dayka minda, di naw avêde lûldibine. Bavkê min >Xwedê rehmete xwe lêke<, xwe li avêdıxê ku wan xelaskê. Di deste daykê minre digire ku bikşîne bi derxe ji naw avê, dike qîrrînî »Basê, boçe mange berdê kû ez te xelaskim! Ku çûyê ma mangê bi rode herê«. Daykke mın boça mangê bernade, ji wê mangê betir tu tştien wam .

Bavkê min dîsa dike qîrrînî; »Lile, kur bûyê çima tu boçê mangê bernadî?« Bavke min bi têlaşê û şematê dıxwazê ku wan xelaska ezıngeki ku lê bi xwera kaşdikê tê li piştê bavke min dıkeve û wî jî lûldıkê. Manga belek û boça wê di deste dayka minde, destê dayke mın di destê bavkê minde yekcaren di bini avê zekcaren li ser ave kaşdibin hetanî binî gund û h binî gund lê bedena wan bêruh li kokê darêka guza lıcıh dîle. Ku ez mazin bûm bi şuva qalê wan dikirin. Ew hersêya hûrên wan tijî av deste wan di deste hewda û deste daykamin de boça manga belek li kokê darê guza piçikî devruyen wan dı bin mîl û çehmûrê dirêj derîya gorê xwe çavdikirine. Ezî nuha 18 salîme, yekcaran hewalen mın ku bahsê dê û bavên xwê dikin ıssizîkê dikewê serî min Xx
Nûha li kelekê wi agirî li hemperî ebikê dilê min dixwazê ku daykeka min jî hebûya, deste xwe di nav poreminre cerxkira, ji min bipisîya »dilê te çi dixwazê« an jî bigota, »tuî birçî? Ji tera du hekan bişkenim tuê buxwî!«.

Zebikê, mîna ku ew tişten di ber dilîminra radibirin fahmkirîyê û min tesselîkê destê xwe awete millê min »Jî ku ew mirîyê pelva ez û kulfetê minî rehete, wî, bi min pirr ezîyatkir. Ewê, di mezelîxwede davestê Inşalleh! Hetanî ku ez çûme wir ewê bi nale-nalke, binale û bizure mîna kuçikê qenere boç di nawberê lingada bıewitê«. Bi hirs û şematekê rabû serpê, pêşa xwê çirpand bilez çû-hat, çû-hat diranê we dikirin qîrçinî, ez tirsîyam û min nizanî ku ez beme çi, anjî çibikim. Solixekê bi şunde, dawestî, destê xwe kirin qelekê xwe û bangkır. »Lee,
lee zaqûm wexwarino! De werin çay kalî«. Mîna ku qed tişt nabûyê çerxe minbû, »Bengze te çima qetî? Min tu tirsandî? Wee qurbaan, li qisûre min mezimeke, her ku ew qadnabîya hate bîrê min ezê weng gejdibime, nuzanima ku çirdikime«. Dîsa hat li hemperî min li ser kulev rûnişt. Bi qirşekî erd kola, qirş sê-çar caran bi hirs kuta kortekê bi şunda qirşê wê şikeşt û rûye xwe çerxe minkir. Gapê wêya rastê kortek hebû yan şûna kulleka kewn anjî şuna şavatê, fahmkir ku ezî li we kortê mêzidikime, destê xwê bir ser kullê û bi tiliye xwe li kêlekên kulê daîrek çerxkir û got »ezê, bi ser sobeda gerbûme«. Zanîya ku min fahm nekir û ezî melûl, melûl li şûnê kulê dinerime, dest bi gotine sebeba kûle kir.

Lorem ipsum dolor sit amet, consectetur adipiscing elit. Ut elit tellus, luctus nec ullamcorper mattis, pulvinar dapibus leo.

»Di ser zewacamera şeş meh derbasbûn, ezê, di keçke min gulêda biducanîma, serma çileyê min ardû awete sobê ku şîvaeware bikelînim. Xwedeyî, di sermeraye qed ji bîre min nare, ezê li ber pencerê rûniştimê kumbila sipîdikime, zatî wekîdi tiştî bikelînimjî tunê, erê dew-dewî ewarê, li hemperî malê me li ser zinarê malê şotê şiwanê malê Kusko, bi kurikwa pêz yemdikine. Di wenawberêda kapîyê der webû. Min kumbil hîştin rabûm ku binerim hela ku kîyê, hî kêrê didestmindayê. Kapîyê odê webû. Êw ketê odê«. Zêbikjî mîna jinên gund gîşka navî merkî xwe nabêjê, bi mêrkî xwera dibêjê, „Êw, Wa, Î dîn, Kûnreş“ wd. »Ez, berwêçûm ku sakoyî wî helînim û bi darxim. Li herdê sobê min destê xwê dirêje sakokir, ji nişkawa bi mistê li gepireminxist. Ode, di dorminre çerxbû, berçavê min reşbû û ez ji bîrwa çûm.« Mîna ku ew mista wêsatê li gepirê wê ketîyê, weng mahçûp û fedî biberxweda meskir. Alafê bin çayden şewqa xwê awete sarçavê wê, sûretê wê sorbû. Mîna ku ji şewqe agir çîkek firîya çavê wê û „avê wê birikîn suretê wê kanîya mîn kulîlkên berfê diranê we xwe awetin çol û çol banî gîş bi wêra gewr-gewr kenîyan. Mîna ku kewrê êş ji ser kefesê min rabe. Min solıxek solixeka mîna wê çolê firah kişand û ezjî kenîyam. Her ku ez kenîyam dıne sivik bû. Ez kenîyam, êşîya Zêbikê kêmbû, Ez kenîyam, kenîyam, kenîyam. Min dixwast ku kenî xwe mîna melhemekê di dert û kulên wanbıdim û wan gîş ji zilm û zorê xilaskim.